1. Yek ji şairên Kurd ê bi zaravê Dimilî û herî bi nav û deng, Mela Ehmedê Xasî ye.Ew di sala 1863 an de li Hezanê ji dayik bûye. Li gor hin rîwayetan, ew di sala 1950 de çûye dilovanîya xwe! Navê bavê wî, Mele Hesen e û ji eşîra Xas e. Li gorî gotinan, bapîrê M.Ehmed ji Bîngolê koç kiriye û çûye Heza nê cîwar bûye. M.Ehmed, pêşî xwendina xwe di medreseyên li Kurdistanê de kirîye û xwendina olî xwendîye, heta ku xwendina Rêzê kuta kiriye. Destûrna- meya xwendinê, ji Hecî Brahîm Efendi yê miftîyê Dîyarbekir wergirtiye. Xasîyê nemir bi herdu zaravên Kurdî -Kurmancî û Dimilî- herweha bi zimanê Farisî û Tirkî jî dizanibû. Lê belê wî nivîsarên xwe piranî bi Dimilî nivîsîne. Gelek helbest bi Kurmancî û Erebîjî ristine. Nivîskarê hêja ji ber welatparêzîya xwe, di dema kutaneka sazûmana Siltan Evdilhemîd de ji Kurdistanê hatiye cîhêlkirin û li Girava Rodosê di bin çavdêrîya mecbûrî de maye. Melayê Xasî demeke dirêj li Hezanê (Lice) maye û ciranê Şêx Selîmê rêçika Nexşebendî bûye. Malbata Şêx bi zaravê Kurmancî dipeyivin. Lê xelkê Hezanê bi Dimilkî (Zaza) dipeyivin. Mixabin, di wê demê de Şêx Selîm hevalbendê Dijmin bû. Mela Ehmed jî welatparêzekî germ bû. Ji ber wê yekê, navbera wî û Şêx timî dubendî bû. Lê dîsan jî Melê Xasî, hîç jê pixav nekiriye û bê tirs û bizd li welatparêzîya xwe heta dawiya jiyana xwe domandîye. |
|
01.09.2013 00:18 |
felat
|
2. Ehmedê Xasî (1867, Hezan − 1951, Hezan) |
|
30.12.2013 20:34 |
xasê
|
3. melayê ku di licê de xebitîye. ji salê 1899 re yek kîtêb da weşandin. ''mewlîdê kirdkî'', di ew kîtêb de bi zaravayê zazakî re mewlid nivîse. cîyê wî, di zazakînivîsî de girîng e, sedemê ku siftehê nivîsên zazakî kirîye. |
|
21.09.2014 19:01 |
endazyar
|
4. destpêka wêjeya zazakî ya bi nivîskî ye. min mewlida wî nexwendîye. |
|
21.07.2018 22:50 ~2022.01.06 00:04 |
mirovekirind
|
5. Ehmedê Xasî Mewlidê Kirdî 1892 de nuşto, 1899 de Dîyarbekir de çapxaneyê Lîtografya de 400 nusxeyê ey ginayê çape ro û vila bîyê. No kitab hetanî nika çend rey transkirîbeyê alfabeya latînkî bîyo. |
|
31.12.2019 22:07 |
bazêçewlîg
|
6. Ehmedê Xasî nuştoxo tewr verên yê kirdkî (kirmanckî, zazakî, dimilkî) yo. Serra 1867 (hîcrî: 1283) de nehîyeya Licê Hezan de ameyo dinya, 18 sibate 1951 de Hezan de dinya ra bar kerdo. Mezelê ey Hezan de yo. |
|
01.05.2020 20:46 |
kajav
|
7. min mewlêdê Ehmedê Xasî bi zazakî wendawo.. Ez zane ke zimanê zazakî zimanê nuştişiyo |
|
01.05.2020 23:17 |
drşivan
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |